STUTTGART – Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê, jinên ciwan ên endamên Jinên Ciwan ên Tekoşer (TekoJIN) û Komuna Jinê ya Şehîd Meryem, ji bo bîranîna şehîdên Komkujiya Parîsê li Rotebûhlplatzê li hev civiyan.
Qetilkirina Siyasetmedarên jin ên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên ku di 9’ê Çileya 2013’an de û Evîn Goyî, Abdurrahman Kizil û hunermend Mîr Perwer yên ku di 23ê Kanûna 2022’an de li paytexta Fransa Parîsê, bên ronîkirin.
Di çalakiyê de daxuyaniyên Jinên Ciwan û TJK-E hatin xwendin. Di bîranînê de ku bê navber dirûşmeyên “Şehîd Namirin” û “Sara-Rojbîn Ronahî, Jin-Jiyan-Azadî” hatin berzkirin, êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hatin protestokirin.
Çalakî bi dirûşmeyan bi dawî bû.