SINE – Jinên Ciwanên Tolhildêr li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê ji bo salvegera qetilama parîsê çalakî pêk anîn.
Di çalakiyê de pankarta mezin a li ser wêneyên Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û wêneya Rêber Apo, li cihekî bilind hat daliqandin li bajarê Sine.
Jinên Ciwanên Tolhildêr di salvegera şehadeta Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan de ku wekî Qetlîama Parîs jî tê pênasekirin, bi çalakîya posterên ku wêneyên sê şehîdan li ser dîwarên bajarê Sine bi bîr anîn.