TİŞRÎN – Berxwedanîya gel a ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê ya li Bendava Tişrînê sê roj in bênavber didome.
Hevseroka PYD ya bajarê Tiltemirê Xelil Xilo ku di nav vê berxwedanîya gel de cîh digre qala berxwedanîya ku didome û armanca gel ya nobet girtina li bendavê kir.
Xelîl Xilo diyar kir ku armanca wan ya hatina Bendavê xwedî derketina avê ye, xwedî derketina kehrebe ye, xwedî derketina ax e û berdewamîya axaftina xwe de got ”Ev çar sal e alîyê enerjî û kehrebe gel zehmetî dikşîne. Armanca hatina me ya li vê derê ji bo milletê me ye, ji bo zarokê me ye, ji bo paşeroja me ye. Em ê tim li vir bin.”
Xelîl Xilo da xuya kirin ku ewqas hêzên navnetewî van qetliaman dibînin lê li hemberî van dîtinan bertek nîşan dayîn tune ye û got ”Tiştên ku em bi keda xwe çêdikin, hişmendîya dagirker xera dikin. Konseyên ku li ser cîhanê disekinin ji bo însanîyetê, heta niha ew jî bêdeng in. Ew jî dibînin, li ber çava ye. Ewqas qetliam hatin kirin, lê bêdeng man.”
Di dawîya axaftina xwe de bangawazîya milletê Rojava û hemû gelên Bakur û Rojhilata Sûrîyê kir ku berê xwe bidin Bendava Tişrînê û got ”Hemû millet, bi rengê xwe, bi nasnameya xwe, bi ola xwe bila werin Tişrînê. Hatina me ya ev der wê moral bide şervanan, moral bide milletê me. Hemû ciwanên me re bangawazîya me ew ê ku pêvajoya zehmetî ye, tevlî YPG, YPJ û QSD bibin.”