ŞENGAL – 1. Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê ku îrô dest pê kiribûn bi coş û germahiyek mezin bidawî bû.
Yekemîn Konferansa Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê li meclisa Gel ya Xanesora Şinalê bi dirûşmeya “Bi jin jiyan azadî emê axa xwe biparêzin Rêber APO azad bikin” bi beşdarbûna 70 delegeyî ji ciwanên ereb û êzidiyan di saet 10:00’an de destpê kiribû. Di konferansê de piştî gelek axaftinan ya derheqa pêvajôya heyî de, derheqa azadkirina fîzîkî ya Rêber Apo de, derheqa rol û mîsyona jînên ciwan de, sînevîzyon hatibûn temaşe kirin. Konferans bi daxuyaniyekê bi coş û germahiyek mezin bidawî bû.
Piştî daxuyaniyê Yekemîn Konferansa Jinên Ciwan ên Şengalê bi dirûşma ‘Jin Jiyan Azadî’ û ‘Bijî Serok APO’ û govendê bi dawî bû.