DİRBÊSÎYÊ – Jinên ciwan ji bo hemû êrîşen hovane ya li Rojhilata Navin de diqemime re amadekarîyên seferberîyê dikin li bajarê Dirbêsîyê.
Bi salan e êrîşên dewleta Tirk li ser axa Kudistanê hebûn û ev êrîş bê navber didome, heta mirov dikare bêje gihaştîyê asta herî dijwar jî. Di gel van êrîşan gelê Kurdistanê jî heman demê de bi salan e di nav liv û tevgerê de, di nav berxwedanê de ye. Demên dawî de ku êrîş berfirehtir bûn, bangawazîya tevlîbûna seferberî hat îlankirin. Jinên ciwan jî ji bo awayekî xurt karibin bibin bersiv ji seferberîyê ku hatîye îlankirin re dest bi perwerdeya fêrbûna sîleh, her wekî din dest bi fêrbûna stratejîya şerê gelê şoreşgerî kirin.
Jinên ciwan ên bajara Dirbêsîyê dîyarkirin ku ew roj bi roj ji bo parastina axa xwe, xwe perwerde dikin û gotin ”Di pêşengtîya jinên ciwan yên bajarê Dirbêsîyê ev demêk em di nav seferberîyê de ne. Bi taybet ji bona şerê gelê şoreşgerî amedekarîyên me dewam dikin.”
Hemû parçeyên sîlehê naskirin û bi awayekî teknîkî rêbazên wê yên bi kar anînê fêrî bûn. Piştî derbasî pratîkê bûn, vekirin û girtina sîleh ceribandin û dersa xwe xelas kirin. Herî dawî dîyarkirin ku ew ê her hewl bidin ji bo perwerde kirina jinên ciwan û ciwanên di gund û bajaran de perwerde bikin da ku ji bo parastina xwe ya cewherî her amade bin.