NAVENDA NÛÇEYAN – Cenazeyên rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, bi beşdariya bi hezaran kesî ber bi rêwîtiya dawî ya li Qamişloyê ve hatin oxirkirin.
Rojnameger Cîhan Bîlgîn û Nazîm Daştan ên di 19’ê Kanûnê de dema nûçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dişopandin di êrîşa balafirên bêmirov ên dewleta Tirk de jiyana xwe ji dest dabûn, li Goristana Şehîd Delîl Saroxan a bajarê Qamişlo hatin definkirin.
Di dema ku daxwaza malbatan a ji bo definkirina li axa ku lê ji dayik bûne, ji aliyê rayedarên Kurdistana Federe ve hat astengkirin, piştî 3 rojan ji zehmetiyên li deriyên sînor, biryar hat dayîn cenaze li Qamişlo bên definkirin.
Bi hezaran kes tevî malbatên rojnamegeran beşdarî merasîma cenaze bûn û dilsoziya xwe nîşan dan.