NAVENDA NÛÇEYAN – Jinên Ciwan ê Helebê ji bo salvegera şehît ketina Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan; heman demê de ji bo Şehît Ronahî Yekta û şehîdên ku li çeperên şer de şehîd ketine çalakîya bîranînê pêk anîn.
Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin û Hevalên ku di berxwedanîya Şerê niha de şehîd ketine ji alîyê Jinên Ciwan ên Helebê bî rêzdarî hatin bibîranîn. Bî dehan jinên ciwan tevlî bernameya bîranînê bûn.
Bîranîna ku hat li dar xistin de deqqeyek rêzgirtin ji bo hemû şehîdên şoreşê hat girtin û dûre derbara jîyana hevalên şehîd ketî de û derbara têkoşîna wan de axaftin hatin kirin. Piştî axaftinê sînevîzyonek dîsa ku qala berxwedanî û heskirina azadîya jinên şerker dike hat temaşe kirin.
Bîranîn bi moralek mezin û bi diruşmeyên ” Bê Serok jiyan nabe”, ” Jin Jiyan azadi”, ”Şehid namirin” bi dawî bû.