TIŞRÎN – Nobeda bendava Tişrînê di roja xwe ya 4’emîn de berdewam kir, gelê herêmê ji bajarên derdorê herikîna xwe ya ber bi qada berxwedanê ve didomîne.
Em ji 8’ê Kanûna 2024’an û vir ve şahidê êrîşên dijwar ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser bendava Tişrînê dibin. Bi hemû teknîkên xwe yên şer ên pêşketî û çeteyên ku piştgirî dide, hewldanên derxistina bendavê ji çavkaniya aborî û jiyanî ya gelê herêmê û bêparkirina gel ji çavkaniyên jiyanî bênavber didome.
Ji bo parastina bendavê li hemberî êrîşan û parastina çavkaniyên wê yên jiyanî, ji bajarên Hesekê, Til Temir, Zirgan, Dirbesiye, Amûdê û Şedadê; Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bendava Tişrînê li hev civiyan. Çalakiya nobedê ya ku bi armanca hevpar parastina namûs û axa xwe dest pê kir, di roja xwe ya 4’an de didome. Welatiyên ku kom bi kom nobeda xwe didomînin tekez kirin ku heta êrîşên dagirkeriyê bi dawî bibin ew ê li ser erka xwe bin, ji parastina xaka xwe ti carî tawîzê nadin û her tim piştgirîya şervanên ku li çeperên şer de berxwedanê dimeşînin bikin.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi moral, coş û enerjiyeke mezin li bendava Tişrînê nobeda xwe dimeşîne, bi govendê ji rojê re dibêjin ‘Silav’, hêviyê li ser sifreyên xwe dibarînin.Bi awayekî zelal diyar dikin ku ew ê berxwedana xwe bidomînin.