TÎŞRÎN- Bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker li derdora Bendava Tişrînê ya ku gel lê nobedê digire, didome. Dewleta Tirk a dagirker ku herêmên nêzî bendava Tişrînê bomberdûman dike, nobeda ku gel 5 roj in ji bo parastina Bendava Tişrînê li dar dixe dike hedef.
Gel li dijî faşîzmê li ber xwe dide, li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên şikandina îradeya û tirsandina wan bi dirûşmeyên “Bijî Berwedana QSD′ê” li ber xwe dide.