TİŞRİN- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser bendava Tişrînê û derdora wê bi dijwarî dewam dikin.
Li hember vê yekê, çalakiya nobedê ya ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 6 roj in ji bo parastina Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dar dixin, bi biryardarî dewam dike.
Îro gelê Dêrezor, Reqa û Tebqayê wê berê xwe bidin Bendava Tişrînê.