TÎŞRÎN- Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bendava Tişrînê û derdora wê bi dijwarî dewam dikin.
Li hember vê yekê, çalakiya nobedê ya ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6 roj in ji bo parastina Bendava Tişrînê li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dar dixin, bi biryardarî dewam dike.
Îro gelê Dêrezorê, Reqa û Tebqayê nobeda Bendava Tişrînê dewr girtin.