TIŞRÎN – Di roja 7’emîn a nobedê li Bendava Tişrînê berxwedana gel didome. Her wiha, şervanên QSD di enîyên şer ên başûr û rojhilatê Minbicê derbeyên giran li çeteyên dewleta Tirk didin.
Îro danê êvarê bi rêya cîhazekî bê têl bilaçoyê rojê bi gel re hat parvekirin. Hêzên QSD diyar kirin ku nîvro çeteyan êrîşên mewziyên QSD kirin û di encamê de êrîşên hatin têkbirin. Her wiha, diyar kirin ku di encama pevçûnan de 2 panzer û 1 tank hatin imhakirin, 18 cenazeyên çeteyan ketin destê QSD. Hat destnîşan kirin ku Yekîneyên Şehîd Harûn di çalakiyên xwe de 2 tank, 3 BMB û 5 wezayîtên çeteyan hatin îmhakirin.