NAVENDA NÛÇEYAN – HBDH’ê li dijî desteserkirina qeyûman nivîsek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye;
“Em dewleta Tirk hişyar dikin.
Pevçûnên ku bi pêşengiya gel dest pê kirin û piştî ku rejîma faşîst a AKP-MHP’ê Şaredariya Akdenîzê ya Mêrsînê desteser kir, li kolanan berdewam dike. Weke Mîlîsên HBDH’ê em bi gel re li dijî faşîzmê li eniyên pêş in.
Desthilatdariya ku Esenyûrt, Mêrdîn, Êlih, Halfetî, Dêrsim û şaredariyên din desteser kir, darbeya qeyûman weke amûra rêveberiya faşîzma li Akdenîzê ya ku gel bi kedeke mezin bi dest xist, bi kar tîne. Welîtiya ku di raya giştî de xwedî helwesteke bi tevahî ne rewa ye, darbeyek li dijî vîna siyasî ya gelê Kurd e.
Em ê gelê xwe û nirxên xwe biparêzin. Em saziya dewletê ya ku guleyên rast li gel diavêje hişyar dikin. Dê bermîl ber bi we ve bizivirin!
Rejîma faşîst a AKP-MHP’ê ku di demên dawî de êrîşên xwe yên li dijî her kesê ku jiyana wekhev û azad û Tevgera Kurd diparêze zêde kiriye, wê teqez têk biçe! Em bang li hemû raya giştî ya hestiyar dikin ku ji bo parastina vîna xwe ya li dijî darbeya qeyûman, avakirina barîkatan û li dijî faşîzmê dakevin qadan!”