NAVENDA NÛÇEYAN – YCWK li Mêrsînê, li dijî derbeya qeyûm di tevahiya şevê de çalakiyên xwe domand. YCWK’ê bang li ciwanên Kurd kir ku dakevin qadan;
“Di çarçoveya Pêngava ‘Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin’ yekîneyên me yên YCWK’ê di şeva 14’ê Çileyê de li Mêrsîn/Akdenîzê li dijî dagirkeran çalakî li dar xistin. Di dema çalakiyan de yekîneyên me li ser rêyan bend danîn û bi polîsan re pevçûn derket. Li dijî êrîşên dijwar ên artêşa Tirk a faşîst a dagirker bi molotof, kevir, fîşekên hewayî û teqemeniyan çalakî hatin lidarxistin. Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku ji bo parastina nirxên têkoşînê dakevin qadan.”