HESEKE – Meclîsa Kongra Star a jinên Efrîn û Şehbayê îro li bajarê Heseke ji bo daxwaza vegera li ser axa xwe daxuyaniyekî çapemenî da. Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku divê Dewletên Yekbûyî zext li dewleta Tirk bikin da ku hemû çete û kesên girêdayî dewleta Tirk ji Efrîn û Şehba derkevin û vegera bi rûmet a gelê Efrîn û Şehba li ser axa xwe pêk were.
Di daxuyanî de operasyona dewleta Tirkiyê yê dagirkerina Efrînê yê ku di 20’ê Çileya 2018’an de hat dest pê kirin şermezar kirin û destnîşan kirin ku heman
Meclîsa jinên Efrîn û Şehba destnîşan kirin ku gelê Efrînê rûxmê zehmetiyên koçberiyê, nêzî 7 sal li Şehba berxwedan bi hêviyê vegera Efrînê. Hat anîn ser ziman ku di encama êrîşên hovane yên çeteyan “Artêşa Milî ya Sûriyê” girêdayî dewleta Tirk carekî din gelê Efrînê koçber bû.
Her wiha, hat diyar kirin ku di avakirina Sûriya nû divê hemû koçberan vegerin ser axa xwe û malbatên ku li herêmên dagirkirî bi cih bûn jî vegerin bajarên xwe. Jinên Efrînê daxwaza xwe ji raya giştî re nîşan dan ku pişgiriya vê yekê bikin û 6 xal pêşkêş kirin:
1 – Neteweyên Yekbûyî ji bo xelkê Efrîn û Şehbayê bi şewazekî bi ewlehî û bi rûmet vegerin malê xwe. Divê tedbîrên ewlehiyê yên dikevin ser wan bigirin.
2 – Komîseriya Bilind a Koçberan a Neteweyên Yekbûyî ji bo her sê şertên esasî yên vegera koçberan a bi dilxwazî, bi ewlehî û domdarî pêkbên, divê bi erk û berpirsiyartiyên xwe rabin.
3 – Divê Dewletên Yekbûyî zextê li dewleta Tirk bike, ji bo ku çeteyên “Artêşa Milî ya Sûriyê” û hemû hêzên girêdayî dewleta Tirk ji Efrîn derbixe.
4 – Malbatên ku ne Efrînî ne û di Efrînê de hatin bi cih kirin divê vegerin bajarên xwe.
5 – Divê hemû jin û gelê Efrîn û Şehba di vê pêvajoyê girîng de ji bo vegerekî bi rûmet, demokratîk û azad tekoşîna xwe xurt bikin.
6 – Heya vegera li Efrîn û Şehbayê pêk were, emê çalakiyên xwe bê navber bidomînin. Ji bo vê divê em rêxistin û parastina xwe xurt bikin.