HESEKE – Li bajarê Heseke Terzîxaneya “Rojava” ji bo çêkirina al û cilên Hêzên Sûriyê Demokratîk dixebite.
Di qata jor a kargehê de alên QSD tên çap kirin, di qata jêr de jî cilên leşkerî tên çêkirin.
Ebû Elî, endamê rêveberiya terzîxaneya “Rojava”, berxwedana şervanên QSD di enîyên şer de silav kir û diyar kir ku ew ji wan moral digirin û bi xwe jî dixwazin moral bidin wan. Her wiha, destnîşankir ku rewşa heyî li herêmê derfetekî dîrokî e ji bo gelê kurd azadiya xwe bidest bixe. Di dawiyê de banga yekîtiya gelê kurd kir, û ku kurd rabin û pişgiriya şervanên QSD ji bo parastina axa xwe.