MÊRSÎN – Yekîneyên YCWK’ê danê êvarê 15’ê Çileyê li Taxa Şevket Sûmer a Mêrsînê li dijî artêşa Tirk a dagirker a faşîst çalakiyek li dar xist.
YCWK’ê çalakiyên xwe yên li dijî darbeya qeyûm a li Mêrsînê tevahiya şevê berdewam kir. YCWK’ê bang li ciwanên Kurd kir ku li qadan li ber xwe bidin.
Daxuyaniya YCWK’ê ya têkildarî çalakiyan wiha ye:
Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” hêzên me yên YCWK’ê danê êvarê 15’ê Çileyê li Taxa Şevket Sûmer a Mêrsînê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xistin. Polîsên dagirker ên xwestin bikevin taxê bi fîşekên hewayî bersiv hatin dayîn. Di pêşengiya yekîneyên me de divê ciwanên Kurdistanê her tim di nava çalakiyan de bin û heta encam negirin ji kolanan venekişin.