NAVENDA NÛÇEYAN – KJK’ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku dewleta Tirk li ber çavê hemû cîhanê bi balafirên şer, balafirên keşfê û çekên giran gel li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qetil dike. Bang li her kesî kir ku bi ruhê serhildanê li dijî van hewldanên qirkirinê rabin ser piyan.
Daxuyaniya Koordînasyona Komalên Jinên Kurdistanê (KJK) wiha ye:
“Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojava qirkirinê pêk tîne. Li ber çavê hemû cîhanê gelê me yê sivîl, jin, ciwan û şervanên ku ji bo xaka xwe şer dikin bi balafirên şer, balafirên bê mirov û çekên giran hedef digirin û qetil dikin. Bi dijminatî êrîşî xaka ku gelên Kurd, Ereb, Asûrî, Tirkmen û Ermenî bi hev re dijîn dike, bi eşkereyî û bê dudilî sûcên şer dike, bi taybetî li Tişrîn, Qereqozax, Girê Spî, Tîl Temir û Kobanê. Di demên dawî de karwan û ambûlansên gelê Bakurê Rojhilatê Sûriyê ku ji bo parastina av, ax û enerjiya xwe li ber xwe didin û gelê sivîl ên li Tişrînê li ber xwe didin, dike hedef. Bi dehan mirovên me hatin qetilkirin. Duh û îro gelê me li ber çavê hemû raya giştî bi awayekî pir hovane û bêperwa tê hedefgirtin û qetilkirin. Em şehîdên xwe bi minetdarî û rêzdarî bi bîr tînin û ji birîndaran re şifayê dixwazin. Şehîd banga berxwedanê ne.
Dema axaftin, ravekirin û bangawazîyê derbas bûye. Dem dema berxwedan û çalakiya di asta herî jor de ye. Dem hatiye ku hemû gelê me bi taybet jin bi ruhê 6-8’ê Cotmehê bi tevahî û bê teredut li ber xwe bidin, li Bakur, Başur, Rojava û li derve bi ruhê serhildanê rabin ser piyan.
Dewleta faşîst a Tirk dijminatiya Kurdan dike û li dijî hemû destkeftî û nirxên gelê Kurd şerekî vekirî îlan kiriye. Em bang li hemû gelê xwe yê li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê dijîn dikin ku biherikin Tişrînê û gelê xwe yê li Bakur jî bang dikin ku her cih û bi taybet sînoran veguherînin qadên berxwedanê. Îro roja hembêzkirina Rojava û destkeftiyên Bakurê Rojhilatê Sûriyê ye. Roj roja berxwedanê ya jin û ciwanan e. Dibe ku sibe dereng be.
Em bang li hemû raya giştî û dostên hestiyar dikin ku beşdarî vê berxwedanê bibin.”