NAVENDA NÛÇEYAN – Li Reqa ji aliyê Meclîsa Jinên Zenobya ve meşek girsêyî hat li dar xistin. Îro ji bo şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet herêma Bendava Tişrîn û derdora wê meşek gireseyî li Reqa pêk hat. Heman demê de jinên Ereb û jinên Kurd ji bo tekezkirina hevgirtina gel a bi gel re meşîya.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk û bi beşdariya berfireh a sazî û desteyên girêdayî Meclisa Rêveber a Parêzgeha Reqayê û Meclîsa Gel, û meclîsên gel ên herêmê, tevî nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên jinan û şêniyên bajarê Reqa û gundê wê meş destpêkir.
Di meşê de daxuyanîyek hat dayîn. Daxuyanî ji alî endama Meclîsa Jinên Zenobya Zelîxa xwend. Di daxuyanî de hat destnîşan kirin ku ew piştgirîya xwe qet ji şervanên qut nekin. Û got ”Li beramberî êrîşên dewletê, gel dîsa xwe gihand bendavê. Dewleta Tirk ku dixwaze bi van êrîşan me tune bike û moralê me bişkîne. Lê em bi wê coş û wê hêzê derbasî bendavê bûn. Em silavên xwe ji şervanan re dişînin. Em li vir in û em ê her hebin. Em hebûn û emê hebîn, bila ev mesajê me dewleta Tirk baş bigre.”
Meşa girseyî piştî daxuyaniyê bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.