Enter your email Address

Cumartesi, Aralık 13, 2025
  • Kurmancî
  • Türkçe
[email protected]
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojhilat
      • Rojava
    • Rojhilata Navîn
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
    • Kovar
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
      • Jin Jiyan Azadî Serbixe Azadî
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Cenga Azadiyê Serbixînîn
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Nûçe Ciwan
Encam Nine
Hemû Encama Bibine
Ser Rûpel Mijarên Girîng Êrîşên Dagirkeiyê

Li Heseke hezaran li dijî hovîtiya dewleta Tirk meşiyan

Edîtor: Çekdar Amed
16/01/2025 - 18:59
di nav Êrîşên Dagirkeiyê, Giştî, Kurdistan, Manşet, Mijarên Girîng, Nûçe, Rojava
Reading Time: 2 mins read
A A
Li Heseke hezaran li dijî hovîtiya dewleta Tirk meşiyan
ParvekeTweet

TIŞRÎN – Îro danê nîvro li bajarê Heseke li dijî êrîşên dewleta Tirk li ser nobedê gel li Tişrînê meşekî girseyî hat lidarxistin. Bi hezaran şeniyên Heseke û koçberên herêmên dagirkirî ku li wir bi cih bûne beşdarî meşê bûn.

Meş ji çarxereya îtfayî dest pê kir û li çarxereya Kanîse bi dawî bû. Alên Hêzên Sûriyê Demokratîk hatin hildan û dirûşmeyên şermezarkirina dagirkeriya Tirk û pişgiriya şervanên QSD hatin berzkirin.

Li cem dêrê, xwepêşandan veguherî mîtîngê. Li wir endama Meclisa Malbatên Şehîdan a Hesekê Fatme Elî axivî û behsa fedakarî û lehengiyên QSD`ê kir û got: “Îro, ji bo ku gelê herêmê di nava aştiyê û ewlehiyê de bijî, QSDˋê li Bendava Tişrînê destanên lehengiyê dinivîse.”

Fatme wiha domand: “QSD`ê ji bo tunekirina DAIŞ`ê fedakariyên mezin dan. Wê hewldanên dewleta Tirk nikaribin van hêzan bişikînin.”

Hevserokê Meclisa Bajarê Hesekê Farûq Tozo jî wiha axivî: “Beşdariya pêkhateyên herêmê di vê xwepêşandanê de ji bo tevahî cîhanê peyamek e ku QSDˋê parêzvanê rastîn ê tevahî pêkhate û etnîkan e.”

Tozo ev li axaftina xwe zêde kir: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze jiyana şêniyan asteng bike, lewma êriş bendavê dike. Lê QSD`ê parastina herêmê û xelkê wê didomîne.”

Di heman çarçoveyê de Meclisa Bajarê Dirbêsiyê ya kantona Cizîrê daxuyaniyek da raya giştî. Hevserokê meclisê Numan Erebo daxuyanî li pêşiya avahiya meclisa bajêr xwend. Bi dehan şêniyên bajêr û endamên sazî û meclisan tev li çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku êrişên dijî welatiyên li Bendava Tişrînê nobedê dikin, binpêkirina pîvanên mirovahiyê ye.

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên hiqûqî û civata navneteweyî hate kirin ku bi erkên xwe yên parastina welatiyan rabin.

Di dawiyê de bang li xelkê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin ku ji bo piştgiriya berxwedana QSDˋê, têkbirina êrişên dagirkeriyê û pêkanîna serkeftinê berê xwe bidin qadên berxwedanê.

Parve BikinTweetBişîneParve BikinBişîneSkayn
Nivîsa Paş

KJK: Dema axaftin, ravekirin an jî bangawaziyê derbas bû.

Nivîsa Pêş

Li Reqayê Meclisa Jinên Zenobya li dijî êrîşên dagirkeriyê meşek li dar xist

Çekdar Amed

Nivîsa Pêş
Li Reqayê Meclisa Jinên Zenobya li dijî êrîşên dagirkeriyê meşek li dar xist

Li Reqayê Meclisa Jinên Zenobya li dijî êrîşên dagirkeriyê meşek li dar xist

Şervanên di enîyê Tişrînê de: Hêza çeteyan hat şikandin, dewleta Tirk berê xwe dide êrîşên hewayî

Şervanên di enîyê Tişrînê de: Hêza çeteyan hat şikandin, dewleta Tirk berê xwe dide êrîşên hewayî

Manşet

  • “Şehîd Hemze bê rawestandin ji bo serkeftinê kar dikir”
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin
  • Ciwanên Çelebî perwerdeyekî bîrdozî dan destpêkirin
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê
  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

Herî zêde hatine xwendin

  • Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Qamişlo Hemleya Paqijî Dan Destpêkirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Li Kobanê “Turnoveya Şehîd Azê Rojgirav” pêk hat

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Kongreya Ciwanên Mexmûrê Bi Dawî Bû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Çeteyan Îşkence Li Ciwanekî Kir û Piştre Revand

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • HPG NRÇ’ê Fermandara Pêşeng Berfîn Nûrhaq û Sema Roza Bi Bîr Anî

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Em di bin siya darên welatê xwe ya xweşîk de dibin hevalê hevdû

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Di 60 Saniyê’de Nuçeyên Rojê

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Ciwanên Bremenê ji bo Meşa Kolnê pankart vekirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • PAJK: Hevrê Berfîn û Sema Her Tim Pêşengiya Têkoşîna Azadiya Jinan Kirin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
  • Festîvala Şehîd Zîlan a Jinên Ciwan ên Cizîrê were li darxistin

    0 Parve kirin
    Parve Bikin 0 Tweet 0
Nûçe Ciwan

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.

Me Bişopînin

  • Telegram
  • Whatsapp
  • YouTube
  • Twitter
  • Printerest
  • Facebook

Encam Nine
Hemû Encama Bibine
  • Ziman
    • Türkçe
    • Kurmancî
  • Ser Rûpel
  • Nûçe
    • Kurdistan
      • Bakur
      • Başûr
      • Rojava
      • Rojhilat
    • Rojhilata Navin
    • Ewropa
    • Li Seranserê Cîhanê
  • Kûr Bûyin
    • Analîz
    • Daxuyanî
    • Hevpeyvîn
  • Ciwan
    • Jinên Ciwan
    • Xwendekarên
    • Enternasyonal
    • Çalakî
    • Çand, Hûner û Spor
    • Werin Cenga Azadiyê
  • Mijarên Girîng
    • Rêber APO
    • Biranîna Şehîdan
    • Şerê Gelê Şoreşgerî
    • Çekên Kîmyewî
    • Dîrok û Berxwedan
  • Taybet
  • Hemû Nûçe

Copyright © Nûçe Ciwan 2018. Hemû mafên xwe parastî ye.