NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK’ê yên Mêrsînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Taxa Demîrtaş a Mêrsînê li dijî dagirkeran çalakiya molotof li dar xistin.
Çalakiyên ku piştî darbeya qeyûm a li navçeya Akdenîz a Mêrsînê ji aliyê dewletê ve pêk hat, bi pêşengiya yekîneyên YCWK’ê tên lidarxistin. Ji ber îpotek kirina îradeya gel û dewamkirina êrîşên dagirkeriyê, yekîneyên YCWK’ê bi fîşekên hewayî û molotofan hedef girtina dagirkeran didomînin.
Tevahiya daxuyaniyê wiha ye:
Çalakiya yekîneyên me yên YCWK’a Mêrsînê!
Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” hêzên me êvara 16’ê Çileyê li taxa Demîrtaş li dijî polîsên Tirk ên faşîst çalakî li dar xistin. Di navbera yekîneyên me û dagirkeran de pevçûn rû da û bi fîşekên hewayî û molotofan li dagirkeran xistin. Em diyar dikin ku çalakiyên me wê bidomin û bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku berxwedanê belav bikin. Heta ku dagirker poşman nebin em ê ji herêman venekişin.