TÎŞRÎN – Bi sedan welatiyên bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê ber bi Bendava Tişrînê ve ketin rê. Gelê ku li dijî hewldanên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji bo dagirkirina Bendava Tişrînê nobedê girt, nobeda xwe di roja 10. de bi biryardariyeke mezin dewam dike.
Şêniyên Kantonên Tebka, Reqa û Dêrezorê ku di roja 6. a nobedê de nobetê dewr girtibûn, wê îro nobedê radestî koma ku ji bajarên Qamişlo, Tirbespiyê û Amûdê bi rê ket bikin. Koma ku îro danê sibê ji bajarên Kamişlo, Tirbespiyê û Amûdê bi rê ket, ber bi Bendava Tişrînê ve diçe. Di çalakiya nobedê ya ku di 8’ê Çile de destpê kir de, konvoya 5’emîn wê nobeda berxwedanê ya li Bendava Tişrînê bigire.
Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li hemberî gelê li ber bendavê de heta niha 8 welatî şehîd bûne û 55 welatî jî birîndar bûne.
Her çendî Bendava Tişrîn û derdora wê hê jî bi çekên giran û pêgerên hewayî yên bê mirov tên bombekirin jî gel biryardariya xwe ya berdewamkirina berxwedanê nîşan dide.