GRÎGNY– Li banliyoya Grigny ya Parîsê, bi pêşengiya ciwanên endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ), pêk nehatina azadiya fîzîkî ya Rêber APO û êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên SMO yên girêdayî wê, yên li dijî Rojava hatin protestokirin.
Ciwan û Kurdistanî li ber Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Grîngy (DKTM) dest bi meşê kirin û heta Gara Trenê ya Navendî ya Grîgny meşiyan. Di dawiya meşê de, piştî deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên şoreşa Kurdistanê, li ser navê TCŞ’ê daxuyanî hat dayîn.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku divê ciwan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO bê navber çalakiyan lidar bixin. Her wiha bal hate kişandin ser êrîşên balafirên bêmirov ên dewleta Tirk a faşîst li dijî sivîlên bendava Tişrînê pêk tîne û bang li civaka navneteweyî hate kirin ku qada hewayî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker bê girtin.
Piştî daxuyaniya çapemeniyê banga tevlîbûna meşa girseya navendî ya di 18.01.2025’an de bi pêşengiya ciwanan li Melûn bê lidarxistin hate kirin.
Çalakî bi dirûşmeyên “Bijî Serok APO” û “Bijî Berxwedana Rojava” bi dawî bû.