TİŞRÎN – Berxwedana şervanên QSD’ê ya li ser esasê parastina rewa ya li dijî êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên paramîlîter ên li dijî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji 27’ê Mijdarê ve didome.
Li gorî bîlançoya herî dawî ya QSD ê hate weşandin, şervanên QSD’ê yekîneyên Şehîd Harûn ,çete û wesayîtên wan kirin hedef û di encamê de 17 çete hatin kuştin û 21 çete jî birîndar bûn ku 4 jê leşkerên Tirk ên dagirker in. 3 wesayîtên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin.
Her wiha tekez dikin ku şervanên QSDê wê bi îrade û moralek mezin di tunelên şer de axa xwe biparêzin. Dibêjin, li gel vê berxwedana parastina rewa ya ku berdewam dike, çavkaniya herî mezin a moralê ji bo wan piştgiriya gel e û têkiliyên hevaltiyê yên bêberjewendî yên di navbera wan de ye.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi serneketina dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê tevî van teknîkan, her roj derbên giran ji şervanên QSD`ê dixwin, ji ber stratejiya şer a di tunelên şer de tê domandin. Her wiha tekez kirin ku îradeyeke wan a bê şik heye û moralê wan bilind e.
Şervanên QSD’ê li tunelên şer bi hev re rûniştin, xwarinên xwe li ser heman sifreyê parve kirin û stranên xwe gotin, “Em bi moraleke bilind in, îradeya me wê bê guman êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk têk bibe. Lê divê hemû ciwan zanibin ku xwedîderketina li vê berxwedana dîrokî rûmeta herî mezin e. Ji bo tamkirina vê rûmetê divê hemû ciwanên Kurdistanî û Rojhilata Navîn di tunelên şer de xwedî li vîna rêhevaltiyê derkevin” û bang li ciwanan kir ku di çeperên şer de cih bigirin.