HESEKE – Komekî din ê gelê welatparêz ji bajarê Heseke berê xwe dide Tişrînê ji bo parastina Bendavê weke mertalên zindî û ji bo pişgiriya şervanên QSD di enîyên şer de. Rûxmê êrîş û komkujiyên dewleta Tirk li ser nobedaran, gelê herêmê di berxwedanê xwe de bi israr e.
Ji 8ˈê Çileyê ve gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo parastina Bendava Tişrînê ji hilweşînê û rawestandina êrişên dewleta Tirk a dagirker nobetê digirin.