TIŞRÎN – Bû zêdetirî mehekî ku li başûr û rojhilatê Minbicê, û bi taybetî li enîyên Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaq berxwedanekî bê hempa ji aliyê şervanên QSD, YPJ û YPG li beramberî êrîşên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê tê meşandin. Her wiha, di 12 rojên dawiyê de, rûxmê bombebaranên bê navber ê balafirên dewleta Tirk, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Bendava Tişrînê nobed digire û hevgirtina xwe bi şervanên QSD re nîşan dide. Şervanên di tûnelên şer ên enîya Tişrînê axivîn û destnîşan kirin ku ewê heya dawiyê şer bikin ji bo gelê xwe da ku dagirkeriya Tirk têk bibin.
Endama Yekîneyên Parastina Jin Silava Efrîn diyar kir ku dewleta Tirk bi êrîşên xwe qirkirina gelê herêmê hedef dikin. Her wiha, berxwedana gel silav kir û banga yekîtî kir.
Dilbixwîn Kobanê anî ser ziman ku dewleta Tirk dixwaze gelê heremê tune bike, lê belê nikare îradeya şervanên QSD bişkîne. Di dawiyê de banga hemû ciwanan kir ku beşdarî berxwedanê bibin.
Delal Çiya da diyar kirin ku ji destpê kê berxwedana Tişrînê li wir cihê xwe digire. Her wiha berxwedana gelê nobedar silav kir, anî ser ziman ku rûxmê bombebaranên dewleta Tirk gel tu gavên paş de nehat û qala yekbûna gel û şervanên QSD. Her wiha destnîşankir ku ewê heya dawiyê şer bikin ji bo gelê xwe. Di dawiya banga ciwanên çar parçeyên Kurdistanê ku berê xwe bidin refên YPG û YPJ da ku dagirkeriya dewleta Tirk têk bibin.