HESEKE – Îro li bajarê Heseke ji bo şermezarkirina qetilkirina nobedarên li Bendava Tişrînê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve meşekî girseyî hat lidarxistin.
Meş li çarçereya Şehîd Ezîz a li taxa Gwêran dest pê kir û ber avahiya Kolîsyonê bi dawî bû. Çalakvan wêneyên şehîdên berxwedana Bendava Tişrînê hildan û dirûşmeyên şermezarkirina êrîşên dagirkeriya Tirk berz kirin.
Ji 8’ê Çileyê, rûxmê bombebaranê dewleta Tirk li dijî welatiyan, gel li Bendava Tişrînê nobed digire ji bo parastina Bendavê ji rûxandinê û ji bo pişgiriya şervanên QSD di enîyên şer de.