KOBANÊ- Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan a Kantona Firatê civînek bi navê “Bi ciwanên şerker nasnameya xwe, axa xwe û welatê xwe biparêze û dijminên xwînxwar têk bibe” li hola Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido li dar xist.
Di civîn de bi dehan ciwan, endamên Kongra Star, xwedekar û malbatên şehîdan beşdar bûn.
Di civînê de ji fermandarên Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Çiya Firat diyar kir ku divê her kes xwe ji şerê gelê şoşeşgerî re amade bike û piştgiriya şervanan bike.
Firat diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker êrişî herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike û axaftina xwe wiha dewam kir: “Em wek hêzên QSD`ê ji êrişên darkeriyê re hazir in, em ji hêza xwe bawer in, em her tim ji amade ne. Em ê her tim li hember êrişên dagirkeriyê li ber xwe bidin û Kobanê bikin gora dagirkeriyê.”
Çiya Firat di dawiyê de ev tişt anî ziman: “Divê ciwan her tim li kêleka hêza QSD`ê û YPJ`ê bin û piştgiriya xwe ji wan re nîşan bidin. Em ê bi şerê gel ê şoreşgerî piştgiriya şervanên xwe bikin û dagirkeriyê têk bibin.”
Piştre beşdaran anîn ziman ku heta hêza xwe ya dawiyê ew ê li kêleka şervanên xwe bin û bi rihê şerê gel ê şoreşgerî hêza xwe xurttir bikin.