HELEB – Îro li taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi boneya salvegera 7’emîn a êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser Efrînê meşekî girseyî li darxistin.
Bi hezar şênî tevlî meşê bûn, ku ji rojhilatê taxa Şêx Meqsûd dest pê kir û li Eşrefiyê bi dawî bû. Al, pankart û şikilên zeytûn hatin hildan. Her wiha, dirûşmeyên “Bijî berxwedana Efrînê” û “Efrînê, em bi te re ne heya mirinê” hatin berz kirin.
Rûxmê hilweşîna hikûmeta Baas gelê taxa Şêx Meqsûd taxa xwe ji hemû metirsiyên derve diparêze û xwe li gorî stratejiya şerê gelê şoreşgerî bi rêxistin dike.