TÎŞRÎN- Artêşa Tirk a dagirker îro welatiyên sivîl ên li bendava Tişrînê nobetê digirtin hedef girtin. Li gorî agahiyên destpêkê 2 welatî şehîd bûne û zêdetirî 20 kesan jî birîndar bûne.
Şoreşgerê enternasyonalîst a endama Jineolojiyê ê ku di encama lêdanê de bîrindar bibû diyar kir ku Berxwedana Serdemê ya Tişrînê ji bo hemû gelan mînak e û got, “Ez bang li ciwanên hemû cîhanê dikim ku li dijî dewletên bênamûs rabin ser piyan. Serkeftin ya me ye. Jin Jiyan Azadî ye.”
Welatiyê din ê birîndar Xebatkarê Dîcle FM Ehmed jî di peyama xwe de wiha got: “Di encama êrîşê de ez ji lingê xwe birîndar bûm, lê ev nayê wê wateyê ku em ê paşde gav biavêjin. Êrîş çiqasî giran bin jî em ê li ber xwe bidin. Yên ku li ser şopa şehîdan bin, wê her tim hebin.”