TÎŞRÎN- Îro piştî nîvro dewleta Tirk a dagirker careke din êrîşî gelê ku nobeda berxwedanê ya li bendava Tişrînê didomîne, kir. Li gorî agahiyên ku ji êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker hatine girtin, 2 welatî şehîd bûne û 20 welatî jî birîndar bûne.
Di encama êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gelê ku bendavê diparêzin de heta niha 17 kes şehîd bûne û nêzî sed kes jî birîndar bûne.
Gelê ku moralê xwe nahine û li dijî êrîşan berxwedana xwe didomînin, di derbarê êrîşên dewleta tirk a dagirker axaftin kirin.
Çalakgeran di axaftinên xwe de diyar kirin ku ew ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker natirsin û diyar kirin ku berxwedana wan wê ti carî neyê şikandin û moralê wan wê her tim bilind be.
Welatiyên ku diyar kirin ew ji bo parastina xaka xwe hatin bendava Tişrînê da zanîn ku ew ê li bendava Tişrînê bin û heta dilopa xwîna xwe ya dawî dê parastina Tişrînê bikin.
Çalakgeran diyar kirin ku kesên hatin vir mirovên şoreşger û welatparêz in û gotin ku ew ê bi her awayî destekê bidin şervanên QSD’ê û ev êrîşan wê tu carî moralê wan xirab neke û bi paş ve gav navêjin.