WÎEN –Endamên Tevgera Ciwanen Soreşger (TCŞ) li bajarê Awûstûrya Wienê ji bo sivîlên di encama êrîşên dewleta Tirk a faşîst a li Tişrînê de hatin qetilkirin, meşek li dar xistin.
Ciwanên ku ji bo şermezarkirina êrîşên dagirkeriyê û qetlîamên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Rojava li dijî gelê sivîl daketin qadan, ji Zanîngeha Viyanayê heta ber parlementoya Awûstûryayê meşiyan.
Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa “Rojava biparêze” hate hilgirtin, dirûşmên “Bijî Rêber APO”, “Bijî Rojava”, “Qatil Erdogan” û “Ciwan Fedaiyên Rêber APO ne” hatin berzkirin.