NAVENDA NÛÇEYAN- Endamên Meclisa Jinên Ciwan ên HDK’ê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker ên li ser xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û komkujiya li dijî gelê nobeda bendava Tişrînê pêk tîne, li Stenbolê bi sticer û posterên ku li nuqteyên cuda li dîwaran daliqandin protesto kirin.
Jinên ciwan li ser dîwar û qadên cuda pankart û afîşên bi nivîsa “Li Rojava sivîl tên qetilkirin, Şoreşa Rojava Şoreşa Jinê ye, Rojava Biparêze, Hêvî û hêza me jinên li Rojava li ber xwe didin e, li Tîşrînê komkujî heye” daliqandin û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bertekên xwe nîşan dan.