REQA – Derbarê rewşê siyasî û leşkerî ku li Sûriye bi giştî û li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybetî derbas dibe, Tevgera Ciwanên Şoreşger li bajarê Reqa civînekî li darxist.
Di serî de ji bo bîranîna şehîdan deqayekî rêzgirtin hat rawestîn. Piştre rewşa siyasî ya li herêmê ji aliyê Cîgerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer ve hat nirxandin. Di dawiyê de pirs û nirxandinên ji aliyê beşdarên civînê ve hatin kirin.