TIŞRÎN- Şêniyên kantonên Reqa, Dêrazor û Tebqa ji bo beşdarî çalakiyên nobedariyê yên li Bendava Tişrînê bibin ku ji 8ˋê Çileyê ve didomin, gihîştin bendavê.
Ev cara duyemîn e ku şêniyên kantonên Dêrazor, Tebqa û Reqayê tev li çalakiyên li Bendava Tişrînê dibin.
Dayika Şehîd Hevrîn Xelef ku 4 roj in li ser bendava Tişrînê nobedê digire êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser gel şermezar kir û diyar kir ku ew bi ti awayî ji êrîşan natirsin û ew ê wek dayîkên şehîdan têkoşîna xwe berdewam bikin.
Dayika Sûad nirxandinên Rêber APO yên ku ji 7 salî heta 70 salî divê her kes di nava Şoreşa Gel a Şoreşger de cih bigire bi bîr xist û bang li gel kir ku parastina Bendava Tişrînê bikin.
Dayika Sûad her wiha bang li ciwanan kir ku tevlî nava refên QSD’ê bibin.