MÊRSÎN – Li Akdenîz polîsên faşîst êvara Sêşemê ciwanê bi navê Furkan Ozen ê ku di dema çalakiya qeyyum de bi wesayîta zirxî lê xistin û danê êvarê ew derb kiribûn, binçavkirin.
Nerazîbûnên li dijî tayînkirina qeyûm li şaredariyê li navçeya Akdenîz a Mêrsînê dewam dikin. Ciwanan danê êvarê li Taxa Yenîpazar, Taxa Demîrtaş û gelek kolanên din bi vêxistina agir biryara qeyûmê protesto kirin.
Di çalakiyan de polîsên dewleta Tirk bi wesayîta zirxî li Furkan Ozen ê 20 salî xistin û piştre Ozen derb kirin û binçav kirin. Furkan Ozen ê ku piştre sewqî Dozgeriyê hat kirin, bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriyê hat kirin.
Hat hînbûn ku heyeta dadgehê der barê Furkan Ozen de biryara girtinê da û ew şandin Saziya Cezayê Girtî û Vekirî ya Tartusê.