TEBQA – Li bajarê Tebqayê bi pêşengtiya jinên ciwan komeke jinên xwarinan ji şervanên li eniyên şer re hazir dikin.
Gelê herêmê bi rêbazên cuda piştgiriyê didin şervanên QSD û YPJˈê yên li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaqê û gundên derdora wan tê dikoşin.
Rêbazeke piştevaniyê jî çêkirina xwarinê ji şervanên li sengerên berxwedanê re ye. Li gelek gundên Tebqayê jinên ciwan û dayik bi çêkirina xwarinan piştgiriyê didin şervanan.