NAVENDA NÛÇEYAN – Yekîneyên YCWK’ê yên Mêrsînê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku li Taxa Yenipazar a Mêrsînê li dijî dagirkeran çalakiya molotof li dar xistin.
Daxuyaniya YCWK’ê ya têkildarî çalakiyan wiha ye:
“Di çarçoveya Pêngava “Em bi têkoşînê re bibin yek û bi Rêber APO re azad bibin” yekîneyên me yên YCWK’ê êvara 20’ê Çile li Taxa Yenîpazar a Mêrsînê li dijî polîsên Dewleta Tirk a faşîst çalakiyek li dar xist. Yekîneyên me bi bombeyên gazê û molotofan li dagirkerên ku xwestin bikevin taxê xistin. Di çalakiyê de wesayîteke dagirkeran hate derbkirin û 2 dagirkerên di hundir de birîndar bûn. Em diyar dikin ku çalakiyên me wê bidomin û bang li ciwanên Kurdistanê dikin ku berxwedanê mezin bikin. Çalakiyên me heta ku encam negirin wê bidomin.”