NAVENDA NÛÇEYAN- Endamên Yekîtiya Jinên Ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Hesekê û Dirbesiyê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a dagirker, guhertina rejîma Sûriyê û geşedanan dawî civînek li dar xistin.
Civîna li Hesekê bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê bi taybet şehîdên Tişrînê destpê kir. Civîn ji aliyê endama Yekîtiya Jinên Ciwan Ruheyv Întîkam ve hat birêvebirin.
Ruheyv Intikam di axaftina xwe girîngî da ser mijarên wek “Rola jinên ciwan di pêvajoya ku Sûriye niha tê de ye, pêşeroja me ya jinan li Sûriyeyê. Rol û mafên me di Sûriyeya nû de çi ne? Zihniyeta HTŞ’ê û bandora wê ser jin çawa ye. Di çarçoveya berxwedana Bendava Tişrînê de û bi giştî divê helwesta jinên ciwan li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê çawa be?
Endama Yekîtiya Jinên Ciwan diyar kir ku hebûn û yekîtiya jinan di bendava Tişrînê de mînaka serketinê ye û wiha got: “Niha gel û jinan daxwaz û armancên xwe bi zelalî anîne ziman. Ji ber vê yekê weke jinên ciwan armanc û hedefên me û jinan bi awayekî zelal diyar kirin. Li hemberî polîtîkayên şerê taybet divê plansaziya çalakiyê ya pêşerojê bi zelalî derkeve holê.”
Di axaftinê de Ruheyv Întikam diyar kir ku guhertinên ku HTŞ’ê di mufredata perwerdeyê de kiriye li gorî zîhniyeta DAIŞ’ê ye û bi taybetî jî derxistina kraliçe Zenebuya ji pirtûkên dîrokê di nêzîkatiya li hemberî jinan de şêwaza zihniyeta baviksalarî ye.
Ruheyv Întikam jî bal kişand ser zewaca zarokan û diyar kir ku divê jinên ciwan li dijî vê têbikoşin û xwe bi fikir û îdeolojiya Rêber APO perwerde bikin.
Piştî axaftinê jinên ciwan sînevîzyona li ser berxwedana dîrokî ya ku gel û şervanên QSD’ê di meha dawî de nîşan dane temaşe kirin.
Civîn bi dirûşmeyan bi dawî bû.
Di civîna ku li bajarê Dirbesiyê ya Hesekê hat lidarxistin de, bi dehan jinên ciwan amade bûn.
Di civînê de polîtîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk a dagirker û bi taybetî jî li ser çawaniya têkoşînê ya jinên ciwan li dijî wan hate nîqaşkirin.