NAVENDA NÛÇEYAN – Ji Pênûsa Kemal Söbe
“Rejîma înkarker û çeteyên wê di bendava Tişrînê de asê dibin. Rejîma dagirker, înkarker li ruhê berxwedanê yê Rêber Apo afirandiye dirûxe. Ji bo parastina sînorên xwe êrîşî Rojava dike û dixwaze hebûna neteweyî ya gelê Kurd tine bike. Dewleteke ku dixwaze sînorên xwe biparêze, li axa ku ne ya wê ye, çi karê wê heye? Ji gelek neteweyan, bi taybetî gelê Kurd, jiyana xwe dixe xeterê û ji mirinê azad dibe. Li Bendava Tişrîn a wek bûye Stalîngradê, fedakariyeke nedîtî tê kirin. Rastiya ku şoreş karê gel e, di pratîkê de li bendava Tişrînê derdikeve holê. Ruhê Rêber Apo bi ser dikeve û dijmin dike dûman. Çeteyên kirêt ên Komara Tirkiyeyê bi awayekî hovane belav dibin. Dawiya misilmanên sexte ku mejiyê wan bi dînê desthilatdariya Muawiyeyê tije bûye, tê.
Yên ku dijminatiya gelê Kurd dikin, paşeroja wan tune. Yên ku gelê Kurd winda kirine di siberojeke azad de cih nagirin. Êrîşa hovane ya li ser her parçeyekî Kurdistanê îspata wê yekê ye ku rejîma înkarker di warê siyasî de jî îflas e. Ji ber ku yên siyasî westiyane di şerê taybet ê qirêj de israr dikin. Gelê Kurd bedel dide, lê azadiya xwe jî bi dest dixe. Derfetên rejîmeke înkarker ku tenê bi hêza leşkerî ya hov hewl dide li dijî Kurdan bi ser bikeve, daketiye ji sedî sifir. Divê hêzên rejîma înkarker vê rastiyê fêm kiribin, ji ber ku her çend pêwîstiyeke taktîkî be jî dixwazin Rêber Apo biçe meclîsê. Mirovê ku Rêber Apo afirandiye ji mirinê re meydan dixwîne. Miletê ku ji mirinê netirse dikare ji her zehmetiyê derbas bibe û ber bi lûtkeya serkeftinê ve bimeşe. Dijmin ji gelê Kurd ê azad gelekî ditirse. Gelê Kurd ê azad ji bo rejîma înkarker dibe kabûs. Ruhê Rêber Apo li her derê bi rejîma înkarker re rû bi rû dimîne. Êdî ne pêkan e ku gelê ku bi ruhê Rêber Apo ve girêdayibe were seknandin. Rejîma înkarker di hundir de jî perçebûneke mezin dijî.
Sîstema dij-kurd êdî tu bingeh û argûman tine ye ku bikar bîne. Derewên wan êdî di nava gelê Tirkîyeyê de naxebite. Ev siyaseta derew û hîleyê li Rojava û Bendava Tişrînê têk diçe. Bi vê yekê rejima înkarê hatîya wê astê ku êdî nikaribê rejima înkarê bide domandin. PKK’ê di dîrokê de weke tevgereke ji bo vejîna Kurdên mirî bi awayekî mafdar cihê xwe girtiye. PKK’ê bi ser ket. Bû mejiyê ramanî, dîtina çav, lingên meşiyan û ruhê zindî yê gelê Kurd. Gelê ku di bin bombeyan de dîlan û govendê digerîne ji zû ve jiyana azad bi dest xistiye. Bêgûman ruhê berxwedanê yê gelê Kurd weke zîhniyet û rastiya şoreşa bîrdoziyî teşe digire.
Gelê Kurd serkeftinên îdeolojîk bi dest xistine. Serkeftina gelê Kurd a di şer de weke serkeftineke bîrdozî xuya dike. Serkeftina îdeolojîk a gelê Kurd, çekên rejîma înkarker bêbandor dike. Tirkiye ketiye nava tarîtiyeke wisa ku tenê ronahiya têkoşînê ya ku Rêber Apo pêxistiye dikare Tirkiyeyê bîne atmosfereke geş. Ji ber vê yekê ya ku divê Tirkiye bike ew e ku fikrên Rêber Apo weke ronahî bikar bîne û ji tarîtiya bi dehan salan di nav de ye rizgar bibe û demokratîk bibe û bi Kurdan re li ser bingehek rast têkiliyên dostanî û biratiyê pêş bixe. Ev ji bo Tirkiyeyê pêwîstî û ferz e. Eger Tirkiye di dijminatî û înkara Kurdan û operasyonên xwe yên qirkirinê de bi israr be, wê gelek windahî bide. Qebûlkirina Kurdan weke netewe û demokratîkbûn wê ji bo Tirkiyeyê feydeyeke mezin be.”