NAVENDA NUÇEYAN- Xelkê Belûçistanê roja 25’ê Çile wek “Roja Qirkirina Belûçiyan” ragihandiye, ji ber ku ev roj di sala 2014’an de li Tootak a Belûçistanê 100 kes ji aliyê dewleta Pakîstanê ve tê qetilkirin. Vê bûyera trajîk birîneke nemir li bîra kolektîf a neteweya Belûç hiştiye û bûye sedema êş û azarên mezin ji bo her malbat, dayîk, xwişk, bira, bav û zarokên Belûç ên bêguneh. Gorên komî yên li Tootak şahidiya vê hovîtiyê ye û her wiha têkoşîna edalet, nasname û hebûna gelê Belûç e.
Ev têkoşîna ku bi dehan sal in li tevahiya Rojhilata Navîn ji aliyê gelan ve tê meşandin wan di bin hesreta Neteweya Demokratîk de dike yek. Gelê Belûçîstan û Kurdistanê bi êş û azarên xwe û bi têkoşîna xwe ve girêdayî ye. Weke sembola vê pêwendiyê nûnerên Meclisa Ciwanên Demokratîk a Sûriyê Nadiya Yûsif û Nasir Nasero bi rêya peyameke vîdyoyî di roja salvegera qetlîma li ser gelê Belûc hevxemiya xwe ji bo gelê Belûç nîşan dan.
Ciwan ji bo avakirina vê paşerojê bi hev re, ji bo avakirina biratiya gelan û Rojhilata Navîn a neteweyên demokratîk xwe berpirsyar dibînin. Di vê çarçoveyê de endamên Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk silavek ji bo gelên têkoşer ên Belûcistanê rê kirin.
Nasir Nasero (Hevserokê Meclisa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk) û
Nadiya Yûsif (Berdevka Buroya Jinên Ciwan a Meclîsa Ciwanên Sûriyeya Demokratîk) bi van gotinan hevxemiya xwe nîşan da:
Em îro dibînin ku li hemû cîhanê gelek kesên bindest bi heman pirsgirêkan re rû bi rû ne. Yek ji wan xelkê Belûcistanê ne.
Ew gelê ku weke gelê Kurdistanê gelek êş dîtiye.
Em wek ciwanên Sûriyê, wek gelê Sûriyê, Bi taybetî gelê Rojavayê Kurdistanê, bi hemû pêkhateyên xwe, piştgiriya gelê Belûç bikin. Em dibêjin: Mafê gelê Belûç mafekî resen e. Mafê hemû gelên herêmê yên resen ku bi zimanê xwe bijîn, nasnameya xwe, hebûna xwe, çanda xwe.
Gelê Belûçistanê bi zilm û zordariya Pakistanê re rû bi rû ne di heman demê de dewleta Pakistanê axa wan difiroşe, ciwanên wan direvînin û her cure zilmê li gel û bi taybet ciwanên Belûçistanê dikin. Weke ciwanên Rojavayê Kurdistanê em van êrîşan şermezar dikin. Ji ber ku em jî bi heman êşê re rû bi rû dimînin.
Weke gelê Kurd mafên me ji me hatin girtin, nasnameya me hate înkarkirin. Zimanê me hate înkar kirin. Ji ber vê em dikarin bêjin êşa me yek e. Li ser vê bingehê em bi gelê Belûçistanê re di nava piştevaniyê de ne, protestoyên wan ên rewa ji bo doza çanda xwe, zimanê xwe, parastina xaka xwe bikin û li dijî vê pergalê rawestin.
Bi rastî jî wek Rêber APO (Abdullah Öcalan) dibêje: Mafên her civakekê xwedî mafên xwe yên eslî ne, mafê wan yê nasnameyê heye, mafê wan ê çandê heye,
çawa ku em dibînin ku têkoşîna me di asta Kurdistanê de ye bi fikir û ramanên Rêber Apo hatiye misogerkirin, em dibînin ku eger gelê Belûçistanê jî xwe bispêre fikir û ramanên Netewa Demokratîk ku bi hev re jiyan, hevjiyana azad, hevjiyana rasteqîn a ku bi giştî mafên xwe digire, wê bibe gaveke mezin ber bi serketinê ve.
Em bi we re ne û em piştgiriyê didin xwepêşandanên we yên rewa û em hemû şehîdên ku ji bo xaka welatê xwe şehîd bûne bi bîr tînin. Ên ku ji bo mafên xwe û axa xwe parastin û canê xwe dan. Em dibêjin gelê Kurd û Belûç birayên hev in heta ku herdu miletên me mafên xwe bi dest nexin, em ê ti carî dest ji têkoşîn û berxwedanê bernedin û em wek gelê Kurd û Belûç dê bi hev re bibin yek.”