QAMIŞLO- Doh ji aliyê Yekîtiya Jinên Ciwan ve di asta Herema Cizirê li bajarê Qamişlo komxebatek li ser rola jinên ciwan di avakirina Sûriyekê demokratîk de hat lidarxistin. Komxebata ku di bin silogana ‘’Bi têkoşîna Jinên Ciwan emê dagirkerî têk bibin û Sûriyekê demokrat ava bikin’’ de hat li darxistin. Ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Ermen û Suryan jinên ciwan tevlî komxebatê bûn.
Jinên ciwan ên ku tevlî komxebatê bûn nerinên xwe di derbarê geşadanên dawî û komxebata ku hatiye li darxistin ji ajansa me re parvekirin.
Jina Ciwan a bi navê Emenî Ehmed ê ji bajarê Dirbesiyê tevlî komxebatê bûye bal kişand xeteriya mezin li ser rola jin di Sûriyê nû de û wiha got, “Niha di vir de jin tê tune kirin, dixwazin ku rola wê tê de tune be. Îro em li vê komxebatê çareseriya vê niqaş dikin. Em niqaş bikin vê jin çawa be di Sûriyê nû de. Piranî niqaş li ser xeteriyên ku li ser jinên ciwan di Sûriyê nû de hene bû. Niha wisa dikin ku jin dixin hindure malê û derî li ser wan klîtkirî be. Di kolanan de buroşuran belav dikin li ser fikrê wan yê jina nû çawa be. Dİxwazin jin hemû reş be, herderê wi girtî be. Dixwazin jin çawa bikin, weke ku dibejin ‘’Emê roja te reş bikin, tu nema ronahî bibîne’’. Wisa vê rola jin carekê de were tepsandin.”
Emenî Ehmed her wiha di axaftina xwe de da diyar kirin ku di nava şoreşa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê de jin di hemû beşan siyasî, civakî, askerî de cihê xwe digrin û wiha got “Îro di komxebatê de jinên ciwan ji hemû pêkhateyan Ereb, Kurd, Ezîdî, Ermen hazir bûn, me bi hev dû re niqaş kir. Ji bo em bi hev re helwestê xwe ji bo sekna Jinên Ciwan di Sûriyê nû de diyar bikin.”
Jina ciwan di dawî de banga jinên ciwan ên Bakûr û Rojhilatê Surî kir ku ji bo ku xwe perwerde bikin û da diyar kirin ku perwerde ji bo jinên ciwan gelekî girîng e. Emenî Ehmed axaftina xwe bi slogana “Bijî berxwedana Tişrînê” bi dawî kir.
Jina Ciwan a bi navê Roj ku Hevseroka Ciwanên PYD ya Herama Cizirê ye dia xaftina xwe de behsa naveroka komxebata ku hat li darxistin kir û girîngiya komxebatê anî ser ziman.
Jina ciwan a bi navê Roj da zanîn ku ew îro Îro ji bo vê yekîtiya gelan şer dikin û wiha got, “Suryan, Ermen, Ereb, Çerkes, Kurd hemû pêkhatê îro li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê ji bo vê Yekîtî biparêzin şer dikin. Di nava komxebata me jî hemû pêkhat hazir bûn. Em derketina HTŞ li dijî jinan şermeza dikin. Wekê Yekîtiya Jinên Ciwan û weke hemû jin em li hemberî vê tiştî disekînin. Em li ser reya Rêber APO ku ev fikre daye me dewam dikin. ”
Jina ciwan da diyar kir ku Şoreşa Rojava bi jin despê kiriye û êwê wisa jî dewam bike û axaftina xwe wisa berdewam kir, “Emê taybet weke jinên ciwan ev xet dewam bikin. Me li ser rola jinên ciwan di vê şoreşê de çiye, di nava şer de çi ye niqaş kir. Çareseriya wan êrîşan jî mezinkirina Yekîtiya gelan e. Bi tevlîbûn ji seferberî re em dikarin şoreşa xwe biparêzin û bi ser bixînin.’’