BOLOGNA- Li bajarê Bologna yê Îtalyayê di maça futbolê ya jinan a di navbera HSL Leonesse û Riccione de pankart ji bo salvegera rizgarkirina Kobanê hat vekirin. Çalakgeran pankarta bi nivîsa “Her der Kobanê ye” vekirin, 10. salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz kirin û têkoşîna li Tişrînê ji aliyê gel ve tê meşandin silav kirin. Alîgirên HSL der barê çalakiya xwe de ev daxuyanî dan:
“Em 10. Salvegera rizgarkirina Kobanê pîroz dikin. Ev serketin bû xala werçerxê di şerê li dijî DAIŞ’ê de, ku hewl da li ser rûyê erdê dojeheke ku ji koletiya jinan û zilma li ser gel pêk tê ava bike. Di wî şerî de Şervanên YPJ’ê û YPG’ê di eniya herî pêş de bûn: fedakariya wan bû sedema paşxistina jiyana bi milyonan. Çeteyên SMO yên di bin serweriya Tirkiyê de, ku hejmareke zêde ya çekdarên bi nîşaneyên DAIŞ’ê li ser milê wan hene, piştgiriya êrîşên hewayî yên balafirên keşfê yên dewletan dikin, gefê li hebûna Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwen.
Niha berxwedana YPJ, YPG û QSD’ê li bendava Tişrînê ye ku yek ji xalên bingehîn ên parastina Kobanê ye. Bendav bi hefteyan e di bin êrîşan de ye û ji ber bomberdûmana balafirên keşfê yên dewleta Tirk a dagirker xetereya hilweşînê heye; Ji rojên destpêkê yên berxwedanê ve bi sedan kes ji bo parastina Bendava Tişrînê bi bedenên xwe kirin mertal. Tevî vê yekê jî dewleta Tirk a dagirker raya giştî dike hedef, ambulansên ku birîndar dibirin bombe dike, rojnamegeran qetil dike.. Erka me ya dîrokî û exlaqî ye ku em li kêleka Tevgera Rizgariya Kurdistanê bin û rola Tirkiyeyê û projeya wê ya emperyalîst a neo-osmanî ya li Rojhilata Navîn şermezar bikin.
“Bila ruhê berxwedana Kobanê li her derê mezin bibe.”