TÎŞRÎN- Çalakiyên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina Bendava Tişrînê ya ku rastî êrîşên tund ên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tên, didomin.
Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevî komkujiyên li dijî gel ji bo parastina bendavê ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ev 22 roj in bê navber çalakiyên xwe didomînin.
Gelê ku bi şev nobeda xwe didomîne, bi hemû îrade û coşa xwe bi stranên şoreşgerî têkoşîna xwe de israr dike.