NAVENDA NUÇEYAN- Gelek ciwanên ji bajarê Amûdê ragihand ku ji bo parastina bajarê ji êriş û hewldanên têkbirina îstîqrarê tabûrek ava kir.
Li gorî endamên tabûrê, ev tabûr ji bo parastina bajêr û gundewarê wî li hember tevgerên şaneyên DAIŞˋê yan jî êrişên dewleta Tirk hat avakirin.
Endamên tabûrê diyar kir ku ew amade ne parastina herêm û bajêr xwe li kêlek Hêzên Ewlekariya Hundirîn bikin.