SWÎSRA – Ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) yên Swîsreyê banga tevlîbûna meşa dirêj a di çarçoveya Pêngava Ji Rêber APO re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî ku di 9’ê Sibatê de wê li bajarê Heîlbronn ê Elmanyayê destpê bike, kirin.
Ciwanan bangawaziya xwe wiha anîn ziman:
“Em weke ciwanên endamên TCŞ’ê bang li ciwanên Kurd ên li Ewropayê û gelê xwe dikin ku di meşa dirêj a 10’ê Sibatê di çerçoveya Pêngava Ji Rêber APO re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî de li dar bixin, em bang dikin ku bibin dengê Rêber APO.
Ciwanan bangên xwe nû kirin û diyar kirin ku ew ê ji bo azadiya Rêber APO li qadan bin.