TÎŞRÎN- Bi sedan welatiyên bajarên Qamişlo, Girkê Lege, Tirbespiyê, Cilaxa, Dêrik, Til Hemîs û Amûdê ji bo tevlî çalakiya nobedê ya ku ji 4’ê Çileyê ve didome, duh gihiştin bendava Tişrînê.
Konvoy ji aliyê berxwedêrên li ser bendavê ve bi dirûşmeyan hat pêşwazîkirin.
Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî sivîlên li bendava Tişrînê didomin. Çeteyên dagirker derdora bendavê bi çekên giran bomberdûman dikin. Hate hînbûn ku îro danê sibê droneke xwekujî ya dagirkeran li ser bendavê teqiya û ti ziyanên canî çênebûn.
Tevî êrîşên dijwar, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja 25. de berxwedana xwe ya nobedê ya ji bo parastina Bendava Tişrînê, şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li ser bendav û herêmê û piştgiriya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û Yekîneyên Parastina Gel (YPG) didomînin.