TIŞRÎN – Berxwedana li Bendava Tişrînê di roja 25. de berdewam dike. Duh komeke nû ji Hesekê, Qamislo, Tirpesiye û Dêrikê hatin ji bo nobete û dewer bigrin. Dema koma ji Kantona Cizîrê hat, dewleta Tirk a faşîst yekser êrîşî sivîlan kir. Lê gel ji vê yekê bandor nebû û bi dirûşmeyên “Bijî Berwedana Tişrîn û QSD” ketin nava Bendava Tişrînê.
Jina ciwan a bi navê Dîana ku ev 5 roj in di nava berxwedanê de ye, di derbarê berxwedaniya Tişrînê de hestên xwe anî ser ziman:
“Navê min Dîana Abdullah ez ji Dirbesiyê me. Ez zêdetirî 4 roj vir li Bendava Tişrînê me.
Em li vir in ji ber ku em nehêlin dijmin li vir desteser bike. Em wek ciwan bi gel re yek in. Em bi hev re dixwazin êrîşên dijmin pûç bikin, ji ber ku dewleta faşîst dixwaze êrîşî me bike. Em ê nehêlin dewleta faşîst serkeftinê me bin bixe.
Me şoreşek ava kir û em ê nehêlin ku ser şoreşa me êrîş çêbibin. Şoreş û berxwedana me li hemû cîhanê belav bûye.
Em bang li her kesî dikin ku tevlî berxwedanê bibin, ji ber ku ev têkoşîna hebûn û nebûnê ye.”
Dayikek ji Efrînê jî bi keça xwe re hatiye ku bi hev re di vî berxwedaniyê de cîhê xwe bigrin. Dayik û keça xwe ku dixwazin ev berxwedana ku li Tişrînê tê meşandin li hemû cîhanê bibe mînak hestên xwe di derbarê çalakiya heyî de wisa anîn ser ziman:
“Ez Hevî. Ez bi keça xwe re hatim. Em ji Efrînê ne. Em ji bo piştgiriya QSD û zarokên xwe bikin hatin. 5 roj in em li vir in.
Bi rojan gelê me berxwedaneke xurt tê jiyîn. Em ji bo piştgiriya zarokên xwe li vir in. QSD zarokên me ne. Balafirên şer ên Erdogan nikarin me xılas bikin û em bi îrade û exlaqê xwe şer dikin. Divê hemû cîhan me ji xwe re mînak bigire ku çawa em li vir bi malbata xwe re li berxwe didin.
Jina ciwan a ji Efrînê jî wiha anî ziman; “Navê min Emîne ye. Ji bo parastina Bendavê Tişrînê ev 5 roj in ez bi dayika xwe re li vir im.
Ez weke jineke ciwan bang li hemû ciwanan dikim ku Bendava Tişrînê biparêzin.”