BASEL-Gelê welatparêz ên Kurdistanê ku li ser banga ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ya li bajarê Basel ê Swîsreyê li stasyona trenê ya SBB hatin cem hev, êrîşên dewleta Tirk a faşîst ên li ser Bendava Tişrîn û Rojava şermezar kirin. daxuyaniya çapemeniyê.
Endama TCŞ’ê Rûbar Aslan daxuyanî de diyar kirin ku Dewleta TC a faşîst çiqasî êrîş bike jî ewê serî netewînin û têkoşîna şehîdên xwe biparêzin.
Daxuyanî bi giştî wiha ye:
“Weke hûn jî dizanin dewleta Tirk a dagirker bi hemû hêza xwe êrîşî hemû Kurdistanê bi taybet Rojava dike. Ji ber van êrîşan welatiyên me yên welatparêz hatin qetilkirin û hîn jî tên qetilkirin. Hêzên QSD, YPJ, YPG û Gerîlayên Azadiya Kurdistanê bi qehremanî bersivê didin van êrîşên hovane û bersiveke mezin didin dagirkeran. Dewleta Tirk a dagirker sivîlan dike hedef, êrîşî wan dike û komkujiyan pêk tîne. Em jî weke gelê welatparêz ên li dîasporayê dijîn, divê li dijî van êrîşên dagirkeriyê dengê xwe bilind bikin û li dijî van êrîşên li dijî mirovahiyê derkevin. Çiqas êrîş bikin jî em ê ti carî teslîm nebin û têkoşîna şehîdên xwe biparêzin.
Em şehîdên xwe yên Tişrînê bi rêzdarî bi bîr tînin.
Hevalno, wek hûn jî dizanin dewleta dagirker û çeteyên wê ev 39 roj in êrîşî bendava Tişrînê dikin. Di van êrîşan de hunermendê me yê şanoyê yê zarokatiyê Xelîl Cuma (Bavê Teyar) jî hat qetilkirin. Em ê hevrêyên xwe yên şehîd ji bîr nekin û bîranîna wan zindî bihêlin. Em hevrêyên xwe yên niha li berxwe didin jî silav dikin.
Em berxwedana Rêber APO silav dikin
Her wiha Rêber APO niha berxwedaneke bêhempa nîşan dide. Em hemû dizanin ku dewleta Tirk a dagirker di şexsê Rêber APO de êrîşî hemû mirovahiyê dike. Ev êrîş ne tenê li dijî Rêber Apo, li dijî hemû gelê Kurdistanê ye. Lewma banga me ew e ku fikir û ramanên Rêber APO li her derê belav bikin û têkoşîna xwe li her qadê berfireh bikin. Em çiqasî têkoşîna xwe berfireh bikin, dewleta Tirk a dagirker wê ewqas winda bike. Ji ber vê yekê divê em tevlî têkoşînê bibin û Şehîdên Azadiya Kurdistanê zindî bihêlin. Ev erka me ya bingehîn e.
Em careke din van êrîşên hovane bi tundî şermezar dikin, şehîdên azadiya Kurdistanê bi bîr tînin û soza xwe ya ji bo bîranîna wan dubare dikin.”
Ciwanan piştî xwendina daxuyaniyê bi qîrîna dirûşmên “Bijî Rojava”, “Bijî QSD, YPG, YPJ”, “Bijî Serok APO”, “Şehîd Namirin” çalakiya xwe bi dawî kirin.