PARÎS- Li banliyoya Villiers Le BeL ya paytexta Fransa Parîsê ji aliyê ciwanên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) ve li ser berxwedana Rêber APO ku 26 sal in di zindana Îmraliyê de tê nîşan dan û li ser nirxandinên Rêber APO yên di derbarê komployê 15 Sibatê de semînerek hat dayîn.
Semîner bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna hemû şehîdên şoreşê dest pê kir. Di semînera ku bi dehan ciwan û Kurdistanî beşdar bûn de, hate gotin ku pêwîste layîqê berxwedana ku Rêber APO li zindana Îmraliyê nîşan daye bibin û rola ciwanan di têkoşîna li dijî tecrîdê de hate destnîşankirin.
Piştî semînera ku bi pirs, bersiv û nirxandinan dewam kir, sînevîzyona di derbarê nirxandinên Rêber APO hate nîşandan.
Semîner piştî nîşandana sînevîzyonê bi dirûşmeyên Bijî Serok APO, Bê Serok Jiyan Nabe bi dawî bû.